Mijdar 10, 2019 12:56 Asia/Tehran
  • Li dijî hevserokên HDPê lêpirsîn hat destpêkirin

Li dijî hevserokên HDPê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan lêpirsîn hat destpêkirin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, dozgeriya Enqerê li dijî hevserokên HDPê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan, bi tohmeta ku “pesnê rêxistina terorîstî” dane, lêpirsîn hat destpêkirin.

Li gorî doznama ku li dijî Temellî û Bûldan hatiye amadekirin, di sêyemîn kongireya HDPê de pesnê PKKê hatiye dayîn, ji ber wê jî lêpirsîn li dijî hevserokên wê partiyê hatiye destpêkirin.

Eger di lêpirsînê de belgeyên pêwîst bên komkirin, hevserokên HDPê dê bên girtin.

Sêyemîn kongireya HDPê roja 3 vê mehê li Stenbolê hatibû lidarxistin. Ew kongire ya liqa Stenbolê ya wê partiyê bû.