Îlon 21, 2019 18:37 Asia/Tehran
  • Ekrem Îmamoxlû: Kursên fêrkirina Zimanê Kurdî dê bi hetim li Istenbûlê bên lidarxistin

Ekrem Îmamoxlû Şaredarê mezinbajarê Istenbûlê di hevdîtina bi civata berevanên Mafan derbarê lidarxistina kursên fêrkirina Zimanê Kurdî li Şaredariya istenbûlê soza alîkariyê daey û destnîşan kiriye ku eger daxwaz hebe, dê bi hetim kursên fêrkirina Zimanê Kurdê bên lidarxistin.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê rojnameya Cumhuriyetê, Ilyas Bozgan Serokê Civata berevanên Mafan di axaftinekê da tevî amajeya bi vê hevdîtinê got: Îmamoxlû di rojên bê da dê jibo hilkolandina hûrgilliyên vê daxwazê bi awayekî hûr û kûr bi me ra hevdîtinekê pêl bîne. Ev kursên fêrkariyê dê tenê fêrkirina Zimanê Kurdî neşopînin. Di kêleka van kiryaran lêmiqatebûn û alîkariya êxtiyarên Kurd ku tirkî nizanin dê were berçavgirtin û dê hin kedkar jibo vê yekê bên wergirtin.