Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê biryarek ser xêra Demirtaş da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306087-dadgeha_mafên_mirovan_a_ewrûpayê_biryarek_ser_xêra_demirtaş_da
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku di dosîya dijî Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş a têkildarî axavtina wî ya di sala 2005`ê li televîzyona ROJTV`yê de mafê azadiya îfadeyê yê Demirtaş hatiye binpêkirin û Tirkîye hat erkdarkirinê ku 2 hezar Euroyan wek xerame bide wî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 10, 2019 03:02 Asia/Tehran
  • Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê biryarek ser xêra Demirtaş da

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku di dosîya dijî Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş a têkildarî axavtina wî ya di sala 2005`ê li televîzyona ROJTV`yê de mafê azadiya îfadeyê yê Demirtaş hatiye binpêkirin û Tirkîye hat erkdarkirinê ku 2 hezar Euroyan wek xerame bide wî.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê derbarê Hevserokê berê yê HDP`ê Selahattin Demirtaş de biryara xwe da û diyar kir ku mafê azadiya îfadayê hatiye binpêkirin û ji ber wê yekê Tirkiye bi tazmînatê mehkûm kir.

Di sala 2005`ê de dema ku Selahedîn Demirtaş, Rêvebirê Civata Mafên Mirovan a Dîyarbekrê bû, di 5`ê Tîrmehê de di bernameyeke zindî ya ROJTV`yê de axivîbû û Dezgeha Dawerîya Tirkîyê çend salan piştî wê ragihand ku ew axavtina ``propaganda jibo komên têrorîst`` e û dosîyeyek dijî wî vekir û ew dosîya yek ji wan dosîyeyan e ku Demirtşa ligorî wê niha di zîndanê de ye.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biryar da ku di gotinên Selahattin Demîrtaş hîş sûç û propagandeyek jibo komên têrorîst tineye û Demîrtaş mafdar derxist û Tirkiye mehkûmî tazmînatê kir.

Ligorî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, Tirkiye divê 2 hezar Euro tazmînata manewî û hezar euro jî ji ber mesrefên dadgehê bide Demîrtaş.