Muharem İnce: Partiya desthilatdar li Tirkiyê hewl dide Hilbijartinên 31 Adarê, betal bike
Namzetê Serokkomariya Tirkiyê yê CHPê Muharrem Înce dibêje: Partiya desthilatdar hewl dide Hilbijartinên 31 Adarê, betal bike.
Namzetê Serokkomariya Tirkiyê Muharem Înce yê CHPê di derbarê encamên hilbijartinên Tirkiyê de daxuyaniyek da û got: Partiya desthilatdar a AKPê hewl dide hin hecet û şertan derbixe, daku hilbijartinan betal bike.
Li Hilbijartinên şaredariyan ên Tirkiyê li metropolan bi taybet li Enqere û Stenbolê, partiya serdest a AKPê winda kir û CHPê şaredariyên wan bi dest xist, eva bûye sedema nerazîbûna vê partiyê bi taybet serokê wê Erdogan.
Înce dibêje: Partiya Desthilatdar jiber ku Bajarên Mezin winda kir û pêşeroja wan têkçûneke mezin heye, dixwezin hilbijartinan betal bikin.
Muharrem Înce diyarkir: AKPê û Serokê wê naxwaze encaman bipejirîne, ev helwesta wan, dê tesirek xerap li pêşeroja Tirkiyê bike.