Erdoxan: Kiryarên Nêtanyahû li dijî mafên navneteweyî ne
Serokomarê Tirkiyê got: Tevahiya kiryarên Bênyamîn Nêtanyahû li dijî mafên navneteweyî ne.
Li gorî rapora ISNAyê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê roja Duşemiyê wek berteka li hemberî gotinên Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Rêjîma Siyonîst derbarê girêdana bajarokên yehûdînişîn ên Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê bi Rêjîma dagrker a siyonîst va, ew li dijî Mafên Navneteweyî da zanîn.
Erdoxên her wiha got: Nêtanyahû li mijara beytulmuqedesê, bilindahiyên Golanê û Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê bi pişetavniya Amerîkayê wêriye ku pêngavine visa rabike.
Wî her wiha got: Binpêkirina gellek ji mijar û qanûnên Mafên Navneteweyî ji aliyê Nêtanyahû va li halekî ye ku heta niha li Konseya Ewlehiyê ya NY li dijî van kiryaran biryarnameyek nehatiye pesendkirin.
Erdoxên got: Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê ya Filistîniyan e û biryara Nêtanyahû ya xistina bajarokên israîlî li wê deverê ser deverên dagirkirî, dagirkiriyeke din ji aliyê Rêjîma Siyonîst va ye, loma Tirkiye li kêleka filistîniyan e.
Ev li halekî ye ku roja bihurî Mewlûd Çawûşoxlûyê wezîrê karên derve yê Tirkiyê wek berteka li hemberî gotinên Bênyamîn Nêtanyahû derbarê girêdana bajarokên Yehûdînişîn ên Kêleka Ropjavayî ya Çemê Urdinê li Rêjîma dagirker a siyonîst got: Gotinên neberpûirsiyarane yên Nêtanyahû ku ji ber dilgiraniya ji encama hilbijartinan hatine hilêxistin, bi tu awayî nikare vê rastiyê biguherîne.
Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Rêjîma Siyonîst Şemiyê bi şev îdia kir ku piştî lidarxistina hilbijartina tê, ewê beşeka Kêleka Rojavayî bi erdên dagirkirî ra girê bide an qanûnên vê rêjîmê li van beşan serdest bike.