Daxwaza AKP`ê bona hejmartina dubare ya gişt dengên bazineya Stembolê
Partiya serdest a Dad û Geşepêdanê (AKP) ya Tirkiyê daxwaza hejmartina gişt dengên bajarê Stembolê kir.
Li gorî rapora IRIB News`ê, ji Enqerê bi derbasbûna zêde ji heftiyekê ser lidarxistina hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê, encama hilbijartinan li hin bajaran ji wan Stembolê kivş nebûye.
Piştî ku Ekrem Îmamoglu berbijarê partiya Komarîxwaza Gel li gor encamên seretayî yên hejmartina gişt dengan nêzîkî 28 hezar dengan ji hevrikê xwe Bin Elî Yildirim berbijarê partiya serdest a Dad û Geşepêdanê pêş ket partiya serdets daxwaza hejmartina dengên îbtalbûyî li hemî navendên Stembolê kir û li pêvajoya hejmartinan heya niha nêzîkî sedî 90 ê van dengan hatine hejmartin.
Li gorî lêzanînên hatî ber destan, Îmamoglu niha bi nêzîkî 16 hezar dengan her wiha ji hevrikê xwe pêş bûye û wer nayê xûyanê ku li dawiya hejmartina dengên îbtalbûyî encama cuda were dest.
Li hilbijartinên şaredariyên li Tirkiyê ku heftiya buhurî hat lidarxistin, partiya Komarîxwaz a Gel li bjarên mezin ên mîna Stembol, Enqere, Îzmîr, Antalya, Mêrdîn û Edenê bi ser keve. Her çend ku encamên hilbijartinan li Stembolê hîn nezelal e.