Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê destûrnameyê nade çend şaredarên HDP`ê
Ofîsa Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê li bajarokê Rezan a Amedê, bi hinceta ku navê wî di lîsta biryarnameya rewşa awarte de hebû û beriya niha ji kar hatiye dûrxistin, belgeya destbikarbûnê nade berbijêrê serkevtî yê HDP`ê Zeyat Ceylan.
Berbijêrê serkevtî yê HDP`ê li navçeya Rezan a Amedê, Zeyat Ceylan di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê de bi bidestxistina %70.34`ê dengdan bûye yekemê bajarokê Rezanê, lê rê nayê dayîn ku ew weke şaredarê nû yê Rezanê dest bi kar bibe.
Ofîsa Desteya Bilinda Hilbijartinan ragihandiye, li gor biryarnameya jimare 692 a rewşa awarte, navê Zeyat Ceylan di lîsteya fermanberên dûrxistî de heye, lewma nabe ew careke din vegere ser kar.
Li navçeya Dugorê ya ser bi parêzgeha Qersê jî, Ofîsa Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê bi heman sedemê rêgiriyê li destbikarbûna namzedê serkevtî yê HDP`ê Ebubekir Erkmen dike.
Di derbarê nedana destûrnameyên destbikarbûnê de, Hevserokê Giştî yê HDP`ê Sezayî Temellî bertek nîşan da û ragihand, ti pêwendiya biryarên dema Rewşa Awarte bi hilbijartinan re tine ye û tenê desthilata Tirkiyê dixwaze zextê li HDP`ê bike.
Temellî herwiha daxwaz ji Desteya Bilind a Hilbijartinan jî kir ku encamên hilbijartinan ragihîne û dawiyê li van gotegot û gengeşyan bîne.
7 roj di ser birêveçûna hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê de derbas bûne, lê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê heta niha encamên fermî ranegihandine.