AKP ser qebûlkirina encamên hejmartina dubare ya dengên hilbijartinên şarddariyan teqez kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303061-akp_ser_qebûlkirina_encamên_hejmartina_dubare_ya_dengên_hilbijartinên_şarddariyan_teqez_kir
Berdevkê partiya serdest a Tirkiyê raghand ku dê encamên hejmartina dubare ya dengên hilbijartinên şaredariyan û konseyên xwecihî li vî welatî qebûl bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 07, 2019 12:57 Asia/Tehran
  • AKP ser qebûlkirina encamên hejmartina dubare ya dengên hilbijartinên şarddariyan teqez kir

Berdevkê partiya serdest a Tirkiyê raghand ku dê encamên hejmartina dubare ya dengên hilbijartinên şaredariyan û konseyên xwecihî li vî welatî qebûl bike.

 Li gorî rapora roja yekşemê ya IRIB News`ê, Omer Çelîk li civîneke rojnamevaniyê li Stembolê raghand: Partiya Dad û Geşedanê(AKP) dê encamên hejmartina dubare ya hilbijartinên xwecihî li Enqerê û Stembolê qebûl bike û ferq nake ku kîjan partî bi ser keve.

AKPê piraniya dengên hilbiajrtinên yekşemê, 31 Adarê li seranserê Tirkiyê bi dest xistiye lê encam nîşan dide ku vê partiyê dengên Enqerê û Stenbolê ji dest dane.

  Piştî ku encamên  seretayî nîşan da ku hevalbendiya Milet ku pêk hatiye ji partiya Komarîxwaz a Gel û  ÎYÎ partiyê li hilbijartinên şaredariyê li Stembolê bi ser ketiye, AKPê bi vê îdiayê ku encamên hilbijartinê ketiye ber bandora  nerêkûpêkiyan, daxwaza îbtalkirina encamên hilbijartinê kir.

  Hilbijartinên şaredariyan û konseyên xwecihî yên Tirkiyê roja yekşemê 31 Adarê bi beşdariya 13 partiyan li 81 parêzgehên vî welatî hat lidarxistin.

 Her çend ku  AKP, piraniya dengên  hilbijartinên  şaredariyan bi dest xist lê kontrola hin bajarên mezin(metropolan) ji wan Enqera paytext, Îzmîr , Stembol, Antalya, Edene û Amedê ji dest da.