AKP daxwaza betalkirina hilbijartinên Stenbolê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303047-akp_daxwaza_betalkirina_hilbijartinên_stenbolê_kir
Partiya Dad û Geşedanê ya Tirkiyê (AKP) daxwaz dike hilbijartinên herêmî li bajarê Stenbolê dubare bibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 07, 2019 08:02 Asia/Tehran
  • AKP daxwaza betalkirina hilbijartinên Stenbolê kir

Partiya Dad û Geşedanê ya Tirkiyê (AKP) daxwaz dike hilbijartinên herêmî li bajarê Stenbolê dubare bibin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, berpirsê AKPê li navçeya Buyukçemece ya Stenbolê Murat Çelîk ragihandiye, di tomara dengan a wê navçeyê de sextekarî hatiye kirin.

Murat Çelîk her wiha gotiye, ew sextekarî ew qasî mezin e ku encamên hilbijartinan li Stenbolê dide guhertin.

Li gorî agahiyan, piştî wê daxuyaniyê wî berpirsê AKPê daxwaz ji Komîsyona Hilbijartinan ya Tirkiyê kir hilbijartinên 31 Adara îsal li Stenbolê bên betalkirin û dubare hilbijartin were kirin.

Di hilbijartinên roja 31 Adarê de, li navçeya Buyukçemece namzedê CHPê Hakan Akgun bi %50.34 dengan li hember namzedê AKPê Mevlût Uysal (%47.45 dengan) bi ser ketibû.

Di hilbijartinên serokatiya şaredariya bajarên mezin ya Stenbolê de jî, li gorî encamên dawî, namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu li pêşiya namzedê AKPê Bînalî Yildirim e. Di navbera wan de derdora 18 hezar deng heye.

Hêjayî gotinê ye partiya sedest a AKPê li salên vê dawiyê herdem ku li hilbijartinan serneketiye an encama bi dilê xwe bi dest nexistiye, alozî çêkiriye û bi îdiaya hebûna sextekariyê xebitiye ku wan hilbijartinan dubare bike.