HDP`ê derbarê demajoya gilînameyên têkildarî encamên hilbijartinan de hişyarî da
Hevserokên Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) di daxûyanîyekê de ser navê ``em hişyarîyê didin`` amajeyî demajoya nerazîbûnên himberî encamên hilbijartinên Şaredarîyan kirin û ragihandin: Em Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê hişyar dikin ku heke şêwaza serederîyê ya ku girtîye ber xwe bidomîne, idî ne ji hêla hiqûqî û ne ji hêla bandordanînê ve tu rewabûnek jibo wê nemîne.
Ligorî rapora Rojnama Yeni Yaşamê, Hevserokên HDP di daxûyanîyekê de ser navê ``em hişyarîyê didin`` amajeyî demajoya nerazîbûnên himberî encamên hilbijartinên Şaredarîyan kirin û ragihandin: Em Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê hişyar dikin ku heke durûtîya derbarê nerazîbûnan de zûka kuta bike neku dê ne ji hêla hiqûqî û ne ji hêla bandordanînê ve tu rewabûnek jibo wê nemîne. Gellek nerazîbûn û gilînameyên me li parêzgeh û şaran ku bi heger û belgeyên aşkira ji wan li Mûşê hatine retkirinê. Em vê yekê qebûl nakin. Hevalbendîya AKP-MHP`ê bi zor û zextê Civata Bilind a Hilbijartinan neçarî jinûvehejmartina hemî dengan kirîye lê bi serederîyeke tam dijhev daxwazên me naşopîne.