Encama herîdawîyê ya jinûvehejmartina dengên bazineya Istenbolê
Heta niha sedî 38`ê sandiqên ku Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê kivş kirin, dengên wan jinûve hatin hemartinê ku di encamê de navbera dengên Berbijarê CHP`ê û serketîyê bazineya Istenbolê Ekrem Imamoglu û Berbijarê AKP`ê Binelî Yildirim daket 18 hezar û 223 dengan.
Ligorî rapora Rojnama Cumhuriyetê, şarê Istenbolê rojên pirrgêre derbas dike û jinûveherjmartina dengan ku cara yekem di dîroka komara Tirkîyê de hin venihêrîna dengên Batil û him jî dengên Rast digire ber xwe, eva çar roj in ku destpê bûye û didome.
Bidû biryara Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê ya ligorî nerazîbûna AKP`ê, dengên 10 hezar û 395 sandiqên li Istenbolê tam jinûve hatine hejmartinê. Herwiha dengên Batil ên 3 hezar û 128 sandiqan jî jinûve hatin hejmartin ku bi giştî divê dengên di 13 hezar 523 sandiqan de jinûve bên hejmartinê.
Ligorî agahîyên herîdawîyê yên nefermî têkildarî jinûvehejmartina dengan, heta niha sedî 38`ê sandiqên ku Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê kivş kirin, dengên wan jinûve hatin hemartinê ku di encamê de navbera dengên Berbijarê CHP`ê û serketîyê bazineya Istenbolê Ekrem Imamoglu û Berbijarê AKP`ê Binelî Yildirim daket 18 hezar û 223 dengan.
Heta niha dengên 15 deverên bazineya Istenbolê jinûve hatine hejmartinê. Navbera Berbijarê AKP`ê û Berbijarê AKP`ê di şeva yekem a dengwergirtinê de 29 hezar hat ragihandinê ku niha bi jinûvehejmartina dengên sedî 38`ê sandiqan daket 18 hezar dengî.