Hewldana Tirkiyê bona asayîkirina peywendiyan bi Kurdistana Iraqê re
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu raghand ku welatê wî hez dike ku peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistana Iraqê re asayî bike.
Mewlûd Çawûşoglu li civîna rojnamevaniyê diyar kir: Enqerê dê peywendiyên xwe bi Hewlêrê re normal bike û ji ber vê meselê li pêşerojeke nêzîk dê sefera Hewlêr û Silêmaniyê bike.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê her wiha bal kişand ser giştpirsiya Îlona 2017`an a zayînî ya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê û destnîşan kir:
Kurd dizanin ku ev cudabûna nikare serê xwe bigre û Tirkiyê beriya lidarxitsina vê giştpirsiyê li bara dûhatên wê hişyarî dabû.
Hewldana rayedarên Enqerê bona normalkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistana Iraqê li halekê ye ku peywendiyên Tirkiyê bi kurdên Iraqê ji Îlona sala 2017`an a zayînî pêvajoyeke aloz derbas kiriye.