Li Qersê MHP`ê nerazîbûn nîşan da, dengên HDP`ê jorda çûn
Bi dû nerazîbûna Partîya Hereketa Netewî (MHP) ya Tirkîyê têkildarî encamên hilbijartinên şaredarîyan li bazineya Qersê, Civata Bilind a Hilbijartinan dest bi hejmartina dubare ya dengan kir û ligorî encamên nû, dengên Berbijarê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen li vî şarî jorda çûn.
Bi dû nerazîbûna Partîya Hereketa Netewî (MHP) ya Tirkîyê têkildarî encamên hilbijartinên şaredarîyan li bazineya Qersê, Civata Bilind a Hilbijartinan dest bi hejmartina dubare ya dengan kir û ligorî encamên nû, dengên Berbijarê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen li vî şarî ne tenê kêm nebûn belkî 17 deng li dengên wî zêde bûn.
Berbijarê HDP`ê Ayhan Bîlgen di vî warî de got: Heke Hevalbendîya Cumhûrê pêk nehata, karê me li Qersê yê dijwartir ba, Tu kesî tawanbar nekin. Di sîyasetê da du û du hertim nabin çar.