Êrîşa esmanî ya Tirkiyê ser baregehên PKKê li bakurê Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302992-Êrîşa_esmanî_ya_tirkiyê_ser_baregehên_pkkê_li_bakurê_iraqê
Firokeyên şêrr ên Artêşa Tirkiyê baregehên PKK li bakurê Iraqê dane ber êrîşê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 05, 2019 06:54 Asia/Tehran
  • Êrîşa esmanî ya Tirkiyê ser baregehên PKKê li bakurê Iraqê

Firokeyên şêrr ên Artêşa Tirkiyê baregehên PKK li bakurê Iraqê dane ber êrîşê.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji Enqerê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi weşandina daxûyaniyekê ragihand ku çar firokeyên şêrr ên F16ê çarşemiyê bi şev baregehên PKKê li navçeyêîn Mitîna û Zabê li bakurê Iraqê dane ber bombeyan.

Vê wezaretxaneyê îdia kiriye ku ji ber van êrîşan 7 sitargeh, depoya çek û cebilxaneyan û nuxteyeke zîrevaniyê ya PKKê ji nav çûne.

Êrîşa dervesînorî ya artêşa Tirkiyê li dijî baregehên PKKê li bakurê Iraqê ku ji du meh û nîvan beriya niha va dest pê bûye, di rojên dawî da gurrtir bûye.