Hilbijartina Tirkiyê: Berbijarê Opozîsiyonê dibêje ku Erdoxan divê têkçûnê qeb[l bike
Namzedê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) a Tirkiyê Ekrem Îmamoxlû dibêje di hilbijartina vê dawiyê ya Şaredariyan li Stenbolê de ser ketiye û dewlet tawanbar kir ku hewil dide serneketina xwe di van hilbijartinan de bicebirîne.
Li gorî rapora ISNAyê, Îmam Oxklû ji BBC'yê ra gotiye ku Erdoxanê serokomar divê bipejirîne ku berendamê partiya wî li vê hilbijartinê ser neketiye.
Wî her wiha got: "Ev tevgeriyaneke dûrî exlaqê ye. Em encamên Komîsiyopna Hilbijartinan dipejirînin û dizann ku kî li hilbijartinê pêşeng e."
Lig orî encamên seretayî yên Hilbijartina Şaredariyan li Tirkiyê ku roja 31ê Adara 2019an hat lidarxistin, Partiya serdest a Dad û Geşepêdanê (AKP) bi giştî pirraniya kursiyan bi dest xistiye, lê çend bajar ji wan Enqereya paytextê ji dest daye.
Li 39 taxên Stenbûlê jî ku zêde ji 8 miliyon kesî dengê xwe dane, namzedê CHPê derdora 25 hezar dengî zêdetir ji hevrikê xwe yî AKP'î bi dest xistine.
Eger ev encam di dawî da were piştrastkirin, berendamê CHPê dê bibe Şaredarê Stenbûlê û ev partî dê kontrola bûdceya şaredariyan di sala 2019an da li Stenbûlê ku navenda ticarî ya Tirkiyê ye, her wiha li Enqerê bigire destê xwe. Ev bûce derdora 5 miliyar û 79 miliyon dolarî ye.
AKPê li hemberî encamên ragihandî itiraz kiriye û xwestiye ku deng ji nû va bên hejmartinê.