Dewama gengeşa HDP û AKP`ê ser dengên bazineya Şirnexê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302964-dewama_gengeşa_hdp_û_akp_ê_ser_dengên_bazineya_Şirnexê
Şaredariya Şirnexê piştî 15 salan di vê hilbijartinê de ji destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derket û kete destê AKP`ê. Parlamenterekî HDP`ê dibêje dewletê 8 hezar polîs û leşker anîne Şirnexê û dengê wan bikar anîn. Lê Serokê AKP`ê jî van îdiayên HDP`ê red dike û dibêje xelkê Şirnexê ji bo aramiyê dengê xwe daye AKP`ê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 04, 2019 06:20 Asia/Tehran
  • Dewama gengeşa HDP û AKP`ê ser dengên bazineya Şirnexê

Şaredariya Şirnexê piştî 15 salan di vê hilbijartinê de ji destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derket û kete destê AKP`ê. Parlamenterekî HDP`ê dibêje dewletê 8 hezar polîs û leşker anîne Şirnexê û dengê wan bikar anîn. Lê Serokê AKP`ê jî van îdiayên HDP`ê red dike û dibêje xelkê Şirnexê ji bo aramiyê dengê xwe daye AKP`ê.

Bajarê Şirnexê ku 3 serdeman şaredariya wê di destê HDPê de bû, di hilbijartinên 31`ê Adarê de şaredarî ji destê HDP`ê derket û bi rêjeya ji sedî 61 kete destê AKP`ê.

Parlamenterê HDP yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz li koma nûçegîhanan diyar kir: “Ji 24`ê Hezîranê heta 3 mehan berî niha nêzî 8 hezar dengên hilbijêrên Şirnexê zêde bûne. Roja hilbijartinê bi seyareyan ew ji derveyî Şirnexê anîn vê derê û dengê xwe dan. Îro dîsa dê biçin. Belkî çûbin jî. Ne li vir in. Nêzî bi dehan dibistanên me yên Qileban, Silopî û nava Şirnexê dabûn leşker û polîsan. Li wir radizan û radibûn. Yanî ji bo hilbijartinê hatibûn.”

Di hilbijartina 24ê Hezîrana 2018`an de hejmara hilbijêrên Şirnexê 32 hezar bû lê di 31`ê Adarê de ev hejmar ji 39 hezar kesan zêdetir bû.

Serokê Çiqa AKP`ê ya Şirnexê Îbrahîm Halîl Erkan jî dibêje: “Nexêr. Bi zorê û bi dengê leşker û polîsan me ev der bi dest nexistiye. Niha ferqa me standî nêzikî 10 hezar deng e. Ger ser bi ser biçûya, yanî sedî 50 bo her du alîyan wê demê dikaribûn van tiştan bibêjin. Lê tiştekî wisa qet tuneye. 19 şaredariyên Şirnexê hene û AKP`ê 15 şaredarî bi dest xistin. Miletê me li gorî dilê xwe, ji bo aramiyê dengê xwe li gorî kêfa xwe da.”

Di vê hilbijartinê de ne tenê bajarê Şirnexê 14 navçe û bajarok jî ketin destê AKP`ê. HDP`ê tenê navçeyên Cizîr, Silopî, Hezex û bajarokê Gundikê Melê bi dest xistin. Lê HDP`ê hejmareke zêde ya encûmenên bajêr û meclisa şaredariya Şirnexê jî bi dest xist.