Dengên çend deverên Istenbolê dê careka din bên hejmartinê
Bi dû biryara Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê, dengên Hilbijartinên Şaredarîyan li hin deverên Istenbolê dê careka din bên hejmartin.
Ligorî rapor malpera Televîzyona TRT`ê, bi dû civîna Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê ku bi armanca hilkolandina gilînameyên têkildarî encamên hejmartina dengên bazineya Istenbolê hat lidarxistinê, dengên Batil ên deverên Şîle, Beykoz, Fatih, Umranîye, Gazî Osmanpaşa, Bayrampaşa û Ataşehîrê dê careka din bên hejmartin.
Bi vê biryara Civata Bilind a Hilbijartinan, fermana Civata Hilbijartinan a Parêzgeha Istebolê ya rawestandina hejmartina dubare ya dengan li 7 deverên Istenbolê hat ibtalkirinê.
Jinûvehejmartina wan dengan ligorî daxwaza AKP`ê destpê bibû û bi daxwaza CHP`ê jî hatibû rawestandinê.
Li bazineya Istenbolê berbijarê Hevalbendîya Millet (CHP+Iyi Partî) himberî berbijarê AKP`ê Binelî Yildirim ser ketibû.