Sirri Sakik: Rewşa li Mûşê ji ya li Istenbolê xirabtir e
Berbijarê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên Şaredarîyên Tirkîyê li şarê Mûşê ku bi 611 dengên kêmtir himberî berbijarê AKP`ê nekarî bibe Şaredar, amajeyî vê yekê kir ku dengên wî hatine dizînê û got ku rewşa li Mûşê ji ya li Istenbolê xirabtir e.
Ligorî rapora Rojnama Evresncelê, Berbijarê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên Şaredarîyên Tirkîyê li şarê Mûşê ku bi 611 dengên kêmtir himberî berbijarê AKP`ê nekarî bibe Şaredar, amajeyî vê yekê kir ku 2 hezar û 446 dengên Batil li vê bazineya hilbijartinan hene û got: Para zêde ya dengên Batil ew dengana ne ku dane min . Min gilîname daye Civata Bilind a Hilbijartinan lê ew nerazîbûn nehat qebûlkirinê. Ez paşda naçim û dê careka din nerazîbûnê nîşan bidim.
Sirri Sakik herwiha got: Tevî nakokîya ser bi hezaran dengî li Îdir, Qers, Istenbol û Sêrtê, nerazîbûna AKP`ê û MHP`ê ji alîyê Civata Bilind a Hilbijartinan ve hat qebûlkirinê. Lê nakokîya ser 500 dengan li Mûşê û 3 dengan li Melazgirê tevî gellek belgeyên bawerpêkirî, ji hêla çiqa Civata Bilind a Hilbijartinan li vê parêzgehê hatîye retkirinê.