Pêgirîya Serokomarê Tirkîyê ser jinûvehejmartina dengan li Enqerê
Nîsan 02, 2019 12:23 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkîyê xwest ku dengên hilbijartinên şaredarîyan li bazineya Enqerê careka din bên hejmartinê.
Sêkrêtêrê AKP`ê ragihandibû ku Berbijarê vê partîyê Binelî Yildirim di hilbijartina Şaredarîyên Istenbolê de serketîye û CHP sextekarî kirîye. Wî herwiha got ku AKP`ê yê nerazîbûna xwe derheq sextekarîya di hilbijartinan a li Istenbol û Enqerê raberî dezgehên peywendîdar bike.
Ligorî encamên hilbijartina Şaredarîyan, berbijarê AKP`ê li bazineya Enqerê derda û berbijarê CHP`ê şaredarîya Enqerê bi dest xist.
CHP`ê herwiha şaredarîyên Istenbol û Izmîrê jî bi dest xistine.