Hevserokê HDP`ê: Hêvî, dêmokrasî û aştî serketine
Hevserokê Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) a Tirkiyê, Sezayî Temellî di civîneke çapemeniyê li navenda vê partiyê de amajeyî encamên hilbijartina Şaredariyan a 2019`an kir û got: Hêvî, Dêmokrasî û Aştî serketine. Gelê Kurd bi fedakariyeke mezin berpirsiyariya xwe cih anî.
Li gorî rapora Rojnameya Bîrgunê, Hevserokê Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) a Tirkiyê, Sezayî Temellî di civîneke çapemeniyê li navenda vê partiyê de amajeyî encamên hilbijartina Şaredariyan a 2019`an kir û got: ``Hêvî, Dêmokrasî û Aştî serketine. Gelê Tirkiyê, gelê Kurd û karkerên vî welatî pêvajoyeka gellek dijwar derbas kirine û hêvî û dêmokrasî geş kirine. Bersiva herî bedew a tevahiya çaverêtiyan li Tirkiyê di pêvajoya dengdayînê de hatiye dayînê``.
Wî di dewamê da tevî amajeya bi vêya ku Tirkiye di nava qopiya bêdadiyeke mezin da ye, got: Ez hêvîdar im ku ev hilbijartin alavek be jibo derketina Tirkiyê ji vê qopiyê. Hêvî, dêmokrasî û aştî bi ser ketiye. Ez sipasiya gelê Tirkiyê yê Kurd ku li vê pêvajoya û di warê pêşdabirina kempeynên HDPê roleke gellek mezin hebû, dikim. Gelê me bi fedakarî û berpirsiyariya mezin, erka xwe cih anî. Wan careke din riya Tirkiyê xweş kirin.
Temelî tevî amajeya bi sînordarî û zextên sepandî li ser partiya xwe li pêvajoya hilbiajrtinê got: Em di tu bernameyeka têlêvîziyonê di heyama kempeynên hilbijartinê da tunebûn. Qad û meydan jibo lidarxistina mîtîngan gellek sînordar bûbûn û me tevahiya mîtîng û kombûnên xwe di dorpêça tam a hêzên Polîs li dar xistin. Encamên ku di rewşeke wiha da hatne bidestxistin, serketineke mezin e. Me li hemberî zihniyeta qeyûman û li hemberî hişmendiya AKP-MHPê serketineke mezin bi dest xistiye. Stratijiya ku HDP di vê dora hilbijartinê da ji xwe ra diyar kiribû, jibo gelê Tirkiyê Hilbijartineke Dêmokratîk bû.