Kemal Kiliçdaroxlu: Gelê Tirkiyê pişta gelserweriyê girt
Serokê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) a Tirkiyê got: Gelê Tirkiyê di hilbijartinên Şaredariyan û Konseyên Gund û bajêran de pişta gelserweriyê girt.
Li gorî rapora malpera rojnameya Miliyetê ya çapa Tirkiyê, Kemal Kiliçdaroxlu, Serokê CHP`ê di yekem axaftina xwe ya piştî lidarxistina Hilbijartina Şaredarî û Konseyên Gund û Bajaran li vî welatî de got: Di hilbijartina roja Yekşemiyê da gelê Tirkiyê helwêsta xwe ya piştevaniya ji dêmokrasiyê nîşan da û dêmokrasî hilbijart.
Serokê CHP`ê destnîşan kir ku geşatiya dmokrasiyê li Tirkiyê û bingehînbûna wê ne tenê jibo Tirkiyê belkî jibo tevahiya welatên navçeyê gellek girîng e.
Ji aliyê din va Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya Tirkiyê Bînalî Yildirimê serokê berê yê Parlimana vî welatî wek şaredarê Istenbolê da zanîn.
Li gorî rapora malpera rojnameya Miliyetê, Bayram Şenocak Serokê rêxistina parêzgehî ya AKP`ê sibeha îro ragihand ku li gorî amar û estatîstîka heyî, Bînalî Yildirim namzedê Partiya Dad û Geşepêdanê ya Tirkiyê (AKP) sê hezar û 870 deng zêdetir ji Ekrem Îmam Ixlû (berendamê Hevpeymaniya Miletê) bi dest xistiye.
Lê Ekrem Îmam Oxlû jî îro ragihand ku hejmara dengên ku wî bi dest xistine 4 miliyon û 167 hezar û 752 deng û hejmara dengên Yildirim 4 miliyon û 139 hezar û 833 ne.
Li gorî amara herî dawiyê, AKP niha li 18 bajarên mezin (Metropol) û 26 navendên parêzgehan pêşeng e.
Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) ku rokebera herî girîng û bihêz a dewleta Tirkiyê ye jî li 7 metropolan û 9 navendên parêzgehan pêşeng e.
Hilbijartina şaredar û konseyên herêmî yên Tirkiyê duh anku Yekşemiyê li 81 parêzgehan hat lidarxistin.
Li vê hilbijartinê 13 partî ketin rikeberiyê.