Erdogan soza çaksazîyên aborî li Tirkîyê da
Nîsan 01, 2019 12:05 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkîyê basa çaksazîyên aborî yên nû li vî welatî da.
Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan şeva buhurî piştî kutabûna hilbijartinên Şaredarîyan û Civatên Gund û Bajêran li Enqerê got: Ew deverên Tirkîyê ku pêrgî pirsgirêkên aborî bûne hewcedarê çaksazîyan in.
Eva di halekî da ye ku ligorî amarên hatine ragihandinê, Berbijarê CHP`ê jibo şaredarîya Enqerê bi sedî 50.33`yê dengan himberî reqîbê xwe yê AKP`yî ku sedî 47.45`ê dengan bidest xistîye, serketîye.