Berdevkê CHP`ê: Serketina Ekrem Imamoglu li Istenbolê teqil û bêveger e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302884-berdevkê_chp_ê_serketina_ekrem_imamoglu_li_istenbolê_teqil_û_bêveger_e
Alîkar û Berdevkê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) amajeyî rewşa hilbijartinên 31`ê Adarê li Istenbolê kir û got: Serketina Ekrem Imamoglu li Istenbolê teqil û bêveger e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 01, 2019 11:55 Asia/Tehran
  • Berdevkê CHP`ê: Serketina Ekrem Imamoglu li Istenbolê teqil û bêveger e

Alîkar û Berdevkê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) amajeyî rewşa hilbijartinên 31`ê Adarê li Istenbolê kir û got: Serketina Ekrem Imamoglu li Istenbolê teqil û bêveger e.

Ligorî rapora Rojnama Cumhuriyetê, Alîkar û Berdevkê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) Faik Oztrak derbarê rewşa hilbijartinên Şaredarîyan li Istenbolê kir û got: Piştî şeveke dirêj em îro bi serketina li parêzgehên Enqere, Istenbol, Adana, Mersîn, Bolo û hwd ji xwewê hişyar bûn. Di dawîya Adarê de li van parêzgehana careka din bihar hat. Şeva buhurî serketîyê sereke yê hilbijartinan ``vîna netewî û dêmokirasîya Tirkîyê`` bû. Pêbawerîya cîhanê û hemî gelê Tirkîyê bi demokirasîya me careka din hat selimandin. Şeva buhurî tenha derdayîyê van hilbijartinan Ajansa Nûçan a Anadoluyê, ajansa nûçan a fermî ya dewleta Tirkîyê bû. Ew Ajansa hela jî amaran raber nake. Ew bûye wesîleya komployên sîyasî. Rêvebirên wê Ajansê divê tişta ku pêwîst e bikin.

Wî di dewama axavtina xwe da got: Li Istenbolê Ekrem Imamoglu berbijarê me bi 27 hezar û 171 dengên zêdetir serketîye. Ew hejmara ji hêla Civata Bilind a Hilbijaritnan ve jî hatîye erêkirinê. Encama ku me li sandiqan bi dest xistîye, em ê li ser masê radest nekin. Tirkîye idî derbasî dewraneke nû bûye. Her kes neçar e rêzê li encamên bidestketî bigire û wan qebûl bike. Mafê kesî nîne li Istenbolê rêzbendî û cemserbendîyeke nû pêk bîne. Tirkîye divê zûka demajoya asayîkirinê destpê bike.