Destpêbûna hilbijartinên herêmî li Tirkîyê û ezmûneke dijwar jibo AKP`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302849-destpêbûna_hilbijartinên_herêmî_li_tirkîyê_û_ezmûneke_dijwar_jibo_akp_ê
Dengdana di çarçova hilbijartinên Şaredarîyan û Civatên Gund û Bajêran li Tirkîyê destpê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 31, 2019 12:10 Asia/Tehran
  • Destpêbûna hilbijartinên herêmî li Tirkîyê û ezmûneke dijwar jibo AKP`ê

Dengdana di çarçova hilbijartinên Şaredarîyan û Civatên Gund û Bajêran li Tirkîyê destpê bû.

Hilbijartinên Şaredarîyan û Civatên Gund û Bajêran îro li 81 parêzgehên Tirkîyê destpê bû. Di wan hilbijartinan de yê şaredar û endamên Civatên Gund û Bajarên Tirkîyê jibo 5 salên pêşerojê bên hilbijartinê.

13 partîyên sîyasî yê di van hilbijartinan de dê bikevin rikeberîyê.

Hevalbendîyên Cumhur û Gel 2 hevalbendîyên sereke di van hilbijartinan de tên hesêb.

Hevalbendîya Cumhurê pêkhatî ji Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partîya Hereketa Netewî (MHP) ku her du partî li şaredarîyên 30 metropolan û 21şaredarîyên parêzgehan hevkarîyê dikin.

Hevalbendîya Gel jî ji Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) û Iyi Partîyê pêk hatîye û her du partî li 23 şaredarîyên metropolan û 27 şaredarîyên parêzgehên Tirkîyê hevkarîyê dikin.

Eva di halekî da ye ku Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan ev hilbijartinan ``hilbijartina man û nemanê``wesif kirîye.

Ji hêla din ve, encamên rapirsîyan nîşan didin ku AKP ligorî ihtimalê yê Enqere û heta Istenbolê ji dest bide.

Ozyêr Îyît çavdêrê meseleyên sîyasî ji Tirkîyê di hevpeyvîna digel Radyoya Tirkîya Istenbolî ya Îranê de dîyar kir ku herçend asta pişkdarîya gel di van hilbijartinan de nayê pêşbînîkirin lê wer xûya dike ku asta pişkdarîyê anegorî hilbijartinên buhurî yê dakeve.