Kombûna dijî Rêjîma Siyonîst li Stenbûla Tirkiyê
Bi sedan neraziyan êvara şemiyê bi boneya çil ûsêyemîn sala Roja Erdê û yekem salvegera meşa mezin a Mafê Vegeriyanê û jibo ragihandina hevgirtina xwe ya tev gelê Filistînê li bajarê Stenbûla Tirkiyê xwenîşandan bi rê xistin.
Li gorî rapora Anatoliyê, Beşdarên li vê beşa itirazî ku li ber konsolxaneya Rêjîma Siyonîst li Stenbûla Tirkiyê hat lidarxistin, bi raya alaya Filistînê, hin dirûşme bi nîşana şermezarkirina cinayetên Rêjîma Siyonîst û siyasetên alîgirane yên Amerîkayê ji vê rêjîmê bilind kirin.
Neraziyan bi rakirina hin parçenivîsan wek "Rêjîma Siyonîst divê dawî li dagirkirina bilindahiyên Golanê bîne" û "Amerîkaya kujer ji Rojhilata Navînê derkeve", nerazîtuya xwe li hemberî siyasetên tepeserkirinê yên Siyonîstan û Waşîngtonê li navçeya dorpêçkirî ya Xezeyê û erdên din ên dagirkirî ragihandin.
Neraziyan li vê kombûnê bi xwendina daxûyaniyekê daxwaza qutkiirna pêwendiyên siyasî û aborî navbera welatên (Îslamî û Erebî) tev Israîlê kirin.
Roja Erdê ji sala 1976an va û li pey dagirkiirna bi hezaran hiktarên din ji erdên filistîniyan ji aliyê Israîlê va û radestkirina wan bo koçberên siyonîst hat damezirandin.