Erdoxan: Yekem kiryara piştî hilbijartina Tirkiyê çareserkirina meseleya Sûriyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302846-erdoxan_yekem_kiryara_piştî_hilbijartina_tirkiyê_çareserkirina_meseleya_sûriyê_ye
Serokomarê Tirkiyê destnîşan kir ku yekem kiryara piştî lidarxistina hilbijartinên şaredariyan çareserkirina meseleya Sûriyê bi awayê meydanî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 31, 2019 05:30 Asia/Tehran
  • Erdoxan: Yekem kiryara piştî hilbijartina Tirkiyê çareserkirina meseleya Sûriyê ye

Serokomarê Tirkiyê destnîşan kir ku yekem kiryara piştî lidarxistina hilbijartinên şaredariyan çareserkirina meseleya Sûriyê bi awayê meydanî ye.

Li gorî rapora Reutersê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê ku roja Şemiyê li nav alîgirên AKPê li Stenbûlê diaxivî, her wiha got: Yekem kiryara pûiştî hilbijartinê ev e ku Enqere mijara Sûriyê eger pêakn be, li meydanê çareser dike, ne ku li dor maseya gotûbêjê.

Rayedarên Tirkiyê bi caran gef xwarine ku "Eger gefa li dijî sînorên vî welatî ji nav neçe, dê têrorîst di ewlehiyê da nebin".

Hilbijartina şaredariyan li Tirkiyê îro anku 31ê Adarê li 81 bajaran tê lidarxistin.

Li gorî rapora TRT'yê, Li vê hilbijartinê şaredar û endamên konseyên gund û bajarn li Tirkiyê jibo 5 salên din tên hilbijartina.

Li vê hilbijartinê 13 partiyên siyasî bi hev ra dikevin rikeberiyê.

Du hevpeymaniyên mezin yanî Hevpeymaniya Neteweyî û Hevpeymaniya Gel ji hevpeymaniyên sereke li vê hilbijartinê ne.

Hevpeymnaiya Gel pêkhatî ji AKP û MHPê ye ku li 30 şaredariyên metropolan û 21 şaredariyên parêzgehan bi hev ra hevkariyê dikin.

Hevpeymaniya Neteweyî jî ku pêkhatî ji Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) û IY Partiyê ye li 33 şaredariyên metropolan û 27 şaredariyên parêzgehên Tirkiyê bi hev ra dixebitin.

Enqere, Stenbûl û Izmîr metropolên herî mezin ên Tirkiyê ne.

Berendamê Hevpeymaniya Gel jibo bidestxistina posta şaredariya Stenbûlê, Bînalî Yildirimê serokwezîrê berê yê Tirkiyê û hevrikê wî li Hevpeymnaiya Neteweyî, Ekrem Îmam oxlû şaredarê navçeyeke Stenbûlê ye.