Îro li Tirkiyê / Hilbijartina şaredarî û endamên Konseyên bajar û gundan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302843-Îro_li_tirkiyê_hilbijartina_şaredarî_û_endamên_konseyên_bajar_û_gundan
Hilbijartina şaredariyan li Tirkiyê îro anku 31ê Adarê li 81 bajaran tê lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 31, 2019 05:11 Asia/Tehran
  • Îro li Tirkiyê / Hilbijartina şaredarî û endamên Konseyên bajar û gundan

Hilbijartina şaredariyan li Tirkiyê îro anku 31ê Adarê li 81 bajaran tê lidarxistin.

Li gorî rapora TRT'yê, Li vê hilbijartinê şaredar û endamên konseyên gund û bajarn li Tirkiyê jibo 5 salên din tên hilbijartina.

Li vê hilbijartinê 13 partiyên siyasî bi hev ra dikevin rikeberiyê.

Du hevpeymaniyên mezin yanî Hevpeymaniya Neteweyî û Hevpeymaniya Gel ji hevpeymaniyên sereke li vê hilbijartinê ne.

Hevpeymaniya Gel pêkhatî ji AKP û MHPê ye ku li 30 şaredariyên metropolan û 21 şaredariyên parêzgehan bi hev ra hevkariyê dikin.

Hevpeymaniya Neteweyî jî ku pêkhatî ji Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) û IY Partiyê ye li 33 şaredariyên metropolan û 27 şaredariyên parêzgehên Tirkiyê bi hev ra dixebitin.

Enqere, Stenbûl û Izmîr metropolên herî mezin ên Tirkiyê ne.

Berendamê Hevpeymaniya Gel jibo bidestxistina posta şaredariya Stenbûlê, Bînalî Yildirimê serokwezîrê berê yê Tirkiyê û hevrikê wî li Hevpeymnaiya Neteweyî, Ekrem Îmam oxlû şaredarê navçeyeke Stenbûlê ye.

Ji aliyê din ve, Rojek mayî bo hilbijartinên şaredarîyên Tirkîyê, Şirketa Rapirsîyan a Avrasyayê bi raberkirina encamên herîdawîyê yên rapirsîya xwe ragihand ku berbijarên hevalbendîya Miletê li metropolên Istenbol, Enqere û Izmîrê li pêş berbijarên Hevalbendîya Cumhûrê ketine û û HDP jî dê şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê bi dest bixe.

Serokê Şirketa Rapirsîyan a Avrasyayê Kemal Ozkiraz li ser hesabê xwe yê Twitterê encamên rapirsiya navenda xwe ya ku li 30 bajarên mezin hatîye lidarxistinê, ragihandin ku li gorî wan AKP 12, CHP 12, HDP 3, ÎYÎ Partî 2 û MHP jî yê 1 bajarê mezin bi dest bixe.”

Li gorî encameke wê rapirsîyê, Ekrem Imamoglu berbijarê Hevalbendîya Milet ji CHP`ê bi sedî 52.2 li pêş Binelî Yildirim berbijarê hevalbendîya Cumhurê ji AKP`ê ketîye ku sedî 46.1`ê piştgirîyê bi dest xistîye.

Herwiha Berbijarê Hevalbendîya Miletê ji CHP`ê Mensûr Yavaş bi sedî 54.8`ê piştgirîyê li pêş Berbijarê Hevalbendîya Cumhûrê ji AKP`ê Mehmed Ozhaskî ku sedî 44.1`ê piştgirîyê bidest xistîye ketîye.

Berbijarê Hevalbendîya Milet ji CHP`ê Tûnç Sevîr li Izmîrê jî bi sedî 66.4`ê piştgirîyê li pêş Berbijarê Hevalbendîya Cumhûrê ji AKP`ê ketîye ku sedî 32.2`yê piştgirîyê bidest xistîye.

Serokê Şirketa Rapirsîyan a Avrasyayê Kemal Ozkiraz amajeyî HDP`ê jî kir û ragihand: “Li cihên ku Kurd lê dijîn, HDP dê hinek dengan ji dest bide. Sedema vê yekê jî alîkariyên civakî yên gelek zêde yên bi destê qeyûman in. Lê HDP dê hemû şaredariyên xwe bi dest bixe û herwiha şaredariya Qersê jî dê bikeve destê HDP`ê.”