Hevserokê HDP`ê: "AKP bi hilbijartinê hatîye û dê bi hilbijartinê jî here "
Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) amajeyî hikimdarîya sîyasî ya Tirkîyê kir û got: "Hûn bi hilbijartinê hatine û dê bi hilbijartinê jî herin".
Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, Hevserokê HDP`ê Sezayî Temellî ji ber êrişên vê dawîyê yên Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan ser serokên HDP`ê rexne kir û got: ``Erdogîn hemî endamên HDP`ê û opozosyonê ``terorist`` bi nav kirin. Her cure bêrêzî li me kir. Dema derbarê min de diaxive, bi gotina vê yekê ku ``ew ne Kurd e``, di rastîyê de bêrêzîyê li Kurdên Tirkîyê dike. Kurdan welatîyên derecedu dizane. Em ê hers û nerazîbûna xwe ser sandiqên dengan nîşan bidin.``
Hevserokê HDP`ê herwiha got: ``Iqtidara sîyasî hewil dide ku bi parvekirina civaka Tirkîyê di hilbijartinan de ser keve. Me jî istiratêjîyek darêşt ku hemî planên wan tevlihev kirine. Ew zêhnîyeta ku hewil dida bi parvekirina civakê di hilbiajrtinan de ser keve, niha gellekî dilgiran e. Em jî dibêjin ku tirsê yê hîç bandorek di çarenûsa we de tinebe. Idî vê şîdet û zextê bi dawî bînin. Hûn bi hilbijartinê hatine û dê bi hilbijartinê jî herin.``