Hilbijartinên Şaredarîyan û Civatên Gund û Bajêrên Tirkîyê yê sibê werin lidarxistin
Hilbijartinên Şaredarîyan dê sibê 31`ê Adarê li seranserî Tirkîyê bên lidarxistin.
Ligorî rapora Kanala TRT`ê ya Tirkîyê, di wan hilbijartinan de yê şaredar û endamên Civatên Gund û Bajarên Tirkîyê jibo 5 salên pêşerojê bên hilbijartinê.
13 partîyên sîyasî yê di van hilbijartinan de bikevin rikeberîyê.
Hevalbendîyên Cumhur û Gel 2 hevalbendîyên sereke di van hilbijartinan de tên hesêb.
Hevalbendîya Cumhurê pêkhatî ji Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partîya Hereketa Netewî (MHP) ku her du partî li şaredarîyên 30 metropolan û 21şaredarîyên parêzgehan hevkarîyê dikin.
Hevalbendîya Gel jî ji Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) û Iyi Partîyê pêk hatîye û her du partî li 23 şaredarîyên metropolan û 27 şaredarîyên parêzgehên Tirkîyê hevkarîyê dikin.
Berbijarê Hevalbendîya Cumhûrê jibo bidestxistina şaredarîya Istenbolê Serokwezîrê berê yê Tirkîyê Binelî Yildirim û reqîbê wî ji Hevalbndîya Gel Ekrem Imamoglu şaredarê devereke Istenbolê ye.