Demirtaş bangî ciwanan kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302803-demirtaş_bangî_ciwanan_kir
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jibo hilbijartinên 31`ê Adarê bangî ciwanan kir û diyar kir "nebêjin dengê min dê çi biguherîne', ji kerema xwe biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Min bawerî bi we heye."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 29, 2019 14:26 Asia/Tehran
  • Demirtaş bangî ciwanan kir

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jibo hilbijartinên 31`ê Adarê bangî ciwanan kir û diyar kir "nebêjin dengê min dê çi biguherîne', ji kerema xwe biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Min bawerî bi we heye."

Hevserokê berê yê HDP`ê Selahedîn Demirtaş, li rûpela xwe ya Twitterê derbarê hilbijartinên 31`ê Adarê de diyar kir: “Ez dizanim di pêvajoya hilbijartinan de car caran hûn gelek hêrs bûn, we îsyan kir. Hûn mafdar in. Lê êdî em di rewşeke wisa de ne ku ev tişt derbas bûn.”

Demirtaş dibêje: “Hûn bi xwe dê rasterast vê hilbijartinê diyar bikin. Bandora xwe ya diyarker ne tenê li wan bajarên ku em dê ji qeyûman werbigirin, ji bo ku em li her derê nîşan bidin derfeteke dîrokî li ber deriyê me heye. Li bajarên ku me berbijar diyar nekirine, dengên stratejîk ên ku hûn dê bi kar bînin, dê hêza we nîşan bidin.”

Selahedîn Demirtaş herwiha destnîşan kiriye: “Li cihên ku partiya me HDP`ê berbijar diyar nekirine, deng bidin berbijarê ku partiya me nîşan daye û bi vî awayî hûn dê him li cihê xwe û him jî bi giştî encamên hilbijartinan diyar bikin.”

Hevserokê berê yê HDP`ê dibêje: “Hevalên me yên ciwan, bi taybet kesên ku cara ewil e deng didin, ez bangî we dikim. Ti car nebêjin 'dengê min dê çi biguherîne'. Ji kerema xwe biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Min bawerî bi we heye.”