Serokê MHP`ê: Birêvebirîya CHP`ê ketîye destê PKK`ê de
Adar 29, 2019 14:16 Asia/Tehran
Serokê Partîya Hereketa Netewî ya Tirkîyê (MHP) got: Roja îro birêvebirina Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) ketîye destê PKK`ê da.
Serokê MHP`ê bi tundî CHP rexne kir û got: Roja îro birêvebirina CHP`ê ketîye destê PKK`ê da. CHP`ya roja îro bi partîya ku Ataturk damezirand û birêve bir ra gelekî ferq dike. CHP niha jî hewil dide kesên ku têkilî bi komên têrorîst ra hene wekî şaredar bi kar bîne. Bi HDP`ê ra peyman girêdaye û şaredarîyên Tirkîyê pêşkêşî wê dike.
Serokê MHP`ê herwiha got: Hevalbendîya Zilletê (Milet) alîkarîyê ji PKK`ê û cemaeta Gulen dixwaze.