Hevserokê HDPê: Tirkiyê tu hewcetiyek bi Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê tuneye
Hevserokê Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) tevî rexneya ji kiryara Tirkiyê jibo kirrîna Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê û vekirina projeya rektora atomî ji aliyê vî welatî, got: Tu gefek li dijî Tirkiyê tuneye ku jibo wê hewcetî bi Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê hebe.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Hevserokê Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP), Sêzayî Temelî li axaftinekê tevî rexneya ji biryara Tirkiyê bona kirrîna Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê û vekirina projeya rektora atomî ji aliyê vî welatî va got: Li dijî Tirkiyê tu gefeke hewayî tuneye. Lê li Tirkiyê pêgiriyeke zêde jibo şopandina siyasetên şerxwaziyê û xerckirina diravekî mezin di riya kirrîna çekan heye.
Hevserokê Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) di dewamê da got: Bala bidin ser vê Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê. Çi hewcetiya Tirkiyê bi vê pergala berevaniya hewayî heye? Gefa kîjan welatî li ser me heye? Gefa Sûriyê li ser me heye? Sûriye bixwe ku di rewşa xwe ya herî şepirze da ye, çawa dikare gefeka hewayî li dijî me be? Kî gefan li me dixwe?
Hevserokê Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) got: Tirkiyê hewcetî bi reaktorên atomî tuneye. Lê jibo ku bikarin çekên atomî bi dest bixin, îro rojê reaktorên atomî li welêt disepînin. Firokeyên bêfirokevan, firokeyên bêfirokevan ên cengî, cûreyên çekan û hwd hertim bûdceyeke gellek mezin jibo çekdarbûnê berçav digirin.
Wî got: Bivê nevê dînamîka pêşeyên berevaniyê çavkaniyên malî ji we distîne.
Perwîn Boldan Hevseroka HDPê jî got: Kesên ku me bêdîn dizanin, heta rê nadin ku em meytên xwe jî defin bikin.
Perwîn Boldan, Hevseroka Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) ku li mîtînga partiya xwe li bajarê Mûşê diaxivî, li axaftinekê tevî amajeya bi xwekujiyên pêkhatî li zindanên Tirkiyê ku bi nîşana nerazîtiya li hemberî tecrîda Ebdullah Ocalan, rêberê girtî yê PKKê pêk tên, got: Kesên ku bi nîşana nerazîtiya li hemberî tecrîda Ocalan li Îmraliyê xwekujî kirine, bi awayekî nihênî ji zindanê tên derxistin û definkirin. Kesên ku me bêdîn û bê îman dizanin heta rê nadin ku em meytên xwe jî defin bikin. Meytê Zehra Saxlam ji Vartoyê anîn vir. Meytê wê bi şevê defin kirin. Kesên ku behsa dîn dikin, wisa rêz li xalên dîn girtin! Her mirovek piştî wê yekê ku bimire, hikmê ku li dijî wî hatiye birrîn xwe bi xwe ji nav diçe. Evna heta vî karî jî nakin. Evna bi şevê meytan defin dikin. Ne dîn û ne Xwedê vê yekê qebûl dike.
Hevseroka Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) di dewama axaftina xwe da tevî amajeya bi rewşa qeyranî ya abûra Tirkiyê jî got: Eger Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) hakimiyeta siyasî ji dest bide, bihayê dolarê û asta sûdê bankan jî dê were xwarê. Heta dema ku AKP desthilatdar e, emê tûşî înflasiyon û kêşeya Dolarê bin. Bawer bikn ku bi çûyîna wan, ev hemî pirsgirêk jî dê bi an ra herin.