Pêşnumaya sênatorên amerîkî jibo qedexetiya firotina Firkeyên şêrr ên F35 bo Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302790-pêşnumaya_sênatorên_amerîkî_jibo_qedexetiya_firotina_firkeyên_şêrr_ên_f35_bo_tirkiyê
Sênatorên du partiyên Komarxwaz û Dêmokrat ên Amerîkayê pêşnumayek jibo qedexetya firotina Firkeyên şêrr ên F35 bo Tirkiyê raber kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 29, 2019 05:23 Asia/Tehran
  • Pêşnumaya sênatorên amerîkî jibo qedexetiya firotina Firkeyên şêrr ên F35 bo Tirkiyê

Sênatorên du partiyên Komarxwaz û Dêmokrat ên Amerîkayê pêşnumayek jibo qedexetya firotina Firkeyên şêrr ên F35 bo Tirkiyê raber kirin.

Li gorî rapora berbanga Îniyê ya IRNAyê ji zarê Reutersê, Li gorî pêşnivîsa vê pêşnumayê, heta wê demê ku dewleta Amerîkayê piştrast neke ku Enqere dê Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê nekire, veguhestina Firkeyên şêrr ên F35 bo Tirkyê dê were qedexekirin.

Bernameya berhemanîna Firkeyên şêrr ên F35 bi qasî sê tirîliyn dolarî xerc hebûye û Tirkiye yek ji şirîkên berhemanîna wê ye.

Amerîka dibêje ku hewildana Tirkiyê jibo wergirtina Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê dibe sebeba lawaziya ewlehiya Firkeyên şêrr ên F35.

Çar sênatoran Pêşnumaya sekinîna li hemberî kiryara Tirkiyê ya kirrîna Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê amade kirine.

Du sênatorên Dêmokrat Cîn Şahîn û Kirîs Wan Holn û du snatorên Komarxwaz Cîmz Lankford û Tam Tîlîs ku bi awayekî hevpar ev pêşnuma raber kirine, dilgiraniya xwe ji biryara Tirkiyê ya kirrîna Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê diyar kirine û gotine ku ev welat wek endamekî NATOyê nikare hevdem her duyên van pergalan hebe.

Şahînî her wiha got: Ev aso ku Rûsiye teknolojî û firokeyeke amerîkî li welatekî endamê NATOyê bi dest bixe, xetereke ciddî li dijî ewlehya me ya neteweyî û ewlehiya cîhanî ye.

Tevî zextên Amerîkayê, Tirkiyê heta niha tu nîşaneyek derheqê poşmaniya ji kirrîna Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê raber nekiriye.

Yekem raporên derbarê biruyara Tirkiyê ji bo kirrîna pergala berevaniya mûşekî ya S400ê ji Rûsiyê di Mijdara sala 2016an da li mêdyayan hat weşandin.

Rûsiyê jî di 12ê Îlona sala 2017an da ragihand ku lihevkirinek derbarê firotina pergala berevaniya mûşekî ya S400ê bi Tirkiyê ra girêdaye.

Beriya niha Amerîkayê tevî diyarkirina dilgiraniya xwe ji biryarnameya Tirkiyê bona kirrîna Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê, hişyarî dabû ku Enqere divê vî karî neke û eger hat û ev kar kir, ewê êdî Pergalên Patriyota Amerîkayê wernegire.

Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê ya Erd bi Esman, bi şiyana avêtina hevdem a 72 mûşekan û jinavbirina armancên taktîkî û Balistîkî bi mesafeya ji pênc heta 60 kîlomitrî û ji du heta 27 kîlomitran bilindahiyê, ji pêşketîtirîn pergalên berevaniyê li cîhanê ye.