Hilbijartina herêmî li Tirkîyê qadek jibo hevkarîya partîyên opozosyonê
Hilbijartina herêmî li Tirkîyê bûye qadek jibo hevkarîya partîyên opozosyonê li vî welatî.
Çavdêrê meseleyên sîyasî yên Tirkîyê Mîrhan Ozbeklî di hevpeyvîna digel Radyoya Tirkîya Istenbolî ya Îranê de got: Di rikeberîya hilbijartinên vê carê de 2 bereyên girîng pêk hatine, yek Hevalbendîya Cumhûrê û yan din jî Hevalbendîya Gel ku partîya sereke ya kêmîneyan jî di vê komê de ye.
Wî herwiha got: Hevalbendîya Gel bi rêvebirîya Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) hatîye avakirinê ku hewil dide desthilatdarîya AKP`ê li şarên curbicur ên Tirkîyê bi dawî bîne.
CHP`ê di vê çarçovê de bi nasandina hin berbijarên Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) ku partîya herîgirîng a komên kêmîne li Tirkîyê ye, hewil dide dengên xwe zêde bike.
HDP`ê nemaze li Istenbolê wekî bajarê herîmezin ê Tirkîyê di asteke baş de deng hene ku dikare dengên Hevalbendîya Gel jî bi awayekî berbiçav zêde bike. Bi vî awayî helwest û sîyaseta vê partîyê dikare di hilbijartinên herêmî li Istenbolê de dîyarker be.