Tirkiyê şandina hêzên Komando bo sînorên Sûriyê dîsa dest pê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302774-tirkiyê_şandina_hêzên_komando_bo_sînorên_sûriyê_dîsa_dest_pê_kir
Li gorî zanyariyên bidesthatî ji Erkantiya Hêzên Çekdar a Tirkiyê, Artêşa Tirkiyê karwanekî hêzên komando şandiye ser sînorê Sûriyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 28, 2019 13:58 Asia/Tehran
  • Tirkiyê şandina hêzên Komando bo sînorên Sûriyê dîsa dest pê kir

Li gorî zanyariyên bidesthatî ji Erkantiya Hêzên Çekdar a Tirkiyê, Artêşa Tirkiyê karwanekî hêzên komando şandiye ser sînorê Sûriyê.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê televîziyona NTV'yê, Li gorî zanyariyên bidesthatî ji Erkantiya fermandetiya hêzên çekdar ên Tirkiyê, Artêşa Tirkiyê karwaneke pêkhatî ji komandoyên xwe şandiye ser sînorê Sûriyê.

Ev karwana leşkerî pêkhatî ji komandoyên artêşa Tikriyê ji serbazxaneyêmn cûrbicûr ên Tirkiyê hevrê digel erebeyêmn zirêhî yên artêşa Tirkiyê çend saetan berê gihîşte navçeya Hesayê li parêzgeha Xetaya Tirkiyê.

Ev karwana leşkerî di bin tevdîrên giran ên ewlehiyê ji vê navçeyê ber bi navçeya sînorî ya Kirîkxanê hereket kiriye ku armanca şandina van hêzan xurtkirina xetên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li sînorên Sûriyê hatiye ragihandin.

Hêjayî gotinê ye ku ji du mehan berê ku mjara operasiyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê li Minbicê û rojhilata Firatê derketiye rojevê, Tirkiyê mezintirîn pêvajoya şandina hêzan di dîroka Komara Tirkiyê jibo pêkanîna operasiyoneke leşkerî ya dervesînorî bo ser sînorê Sûriyê pêk anîbû ku li pey guhertinên navçeyê û nekarîna Tirkiyê jibo bidestxistina razîbûna navneteweyî bona pêkanîna van operasiyonan, şandina van hêzan hatibû rawestandin.