Li Tirkiyê belavkirina encamên rapirsiyan hatiye qedexekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302754-li_tirkiyê_belavkirina_encamên_rapirsiyan_hatiye_qedexekirin
Navendên rapirsiyê di du heftiyên bihorî de çend rapirsî di derbarê encamên hilbijartinên şaredariyên Tirkiyê de belav kirine, lê bi biryareke Saziya Hilbijartinan a Tirkiyê, belavkirina encamên rapirsiyan hatiye qedexekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 27, 2019 15:04 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê belavkirina encamên rapirsiyan hatiye qedexekirin

Navendên rapirsiyê di du heftiyên bihorî de çend rapirsî di derbarê encamên hilbijartinên şaredariyên Tirkiyê de belav kirine, lê bi biryareke Saziya Hilbijartinan a Tirkiyê, belavkirina encamên rapirsiyan hatiye qedexekirin.

Serokê Navenda Rapirsiyê ya Genar`ê di koma nûçegîhanan de got: “Ji ber ku em dezgeheke yasayî ne, heta şeva hilbijartinê em nikarin encamên rapirsiyên xwe belav bikin. 10 roj berî hilbijartinê, ne em û ne jî partî rê nadin me ku ti encamekê belav bikin, eger em belav bikin, em dê bêne sizadan.”

Herçend yasaya Desteya Hilbijartinan a Tirkiyê rê nade ku 10 rojan berî hilbijartinan ti navendeke rapirsiyê encamên pêşbînîkirî belav bike, lêbelê li gor gotina dezgeh û saziyên rapirsiyê, di hilbijartinên şaredariyên Tirkiyê de, guhertineke mezin di dengê partiyan de çê nabe.

Serokê Navenda Konsanos, Murad Serî jî dibêje: “Li gor rapirsiya herî dawîyê, li bajarên mezin hin guhertin yê pêk bên, li hin cihan navbera dengê partiyan gellek kêm e. Weke mînak li bajarekî 10 milyon kesî, renge 50 an 60 hezar cudahî hebe. Li gor rapirsiyên me, li Stenbol û Enqerê navber gellek kêm e, lê li bajarên weke Erzerom, Konya, Qeyserî û Amedê ez bawer nakim ku ti guhertinek çê bibe û desthilat li van bajaran dê her weke xwe bimîne.”

Navendên rapirsiyê bi şêweyeke nerasterast deng û pêgeha partiyan li bajaran aşkere dikin. Li gor encamên ku wan navendan pêştir belav kirine, rikeberiya navbera partî û hevpeymaniyan gellek tund e û navbereke zêde di navbera dengên partiyan de nîne.