Erdogan: 300 berbijarên hilbijartinên şaredarîyan heke ser kevin jî yê werin wêdedayînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302745-erdogan_300_berbijarên_hilbijartinên_şaredarîyan_heke_ser_kevin_jî_yê_werin_wêdedayînê
Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan zêde ji 300 berbijarên opozosyonê di hilbijartinên şaredarîyan de bi peywendîya digel PKK`ê tawanbar kirin û gef kir ku heke kesên hanê ser kevin jî hikûmet yê wan wêde bide û rê nade ew şaredarîyan bigirin destê xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 27, 2019 12:45 Asia/Tehran
  • Erdogan: 300 berbijarên hilbijartinên şaredarîyan heke ser kevin jî yê werin wêdedayînê

Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan zêde ji 300 berbijarên opozosyonê di hilbijartinên şaredarîyan de bi peywendîya digel PKK`ê tawanbar kirin û gef kir ku heke kesên hanê ser kevin jî hikûmet yê wan wêde bide û rê nade ew şaredarîyan bigirin destê xwe.

Li gorî rapora Rojnama Cumhuriyet çapa Tirkîyê, Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan zêde ji 300 berbijarên opozosyonê di hilbijartinên şaredarîyan de bi peywendîya digel PKK`ê tawanbar kirin û gef kir ku heke kesên hanê ser kevin jî hikûmet yê wan wêde bide û jibo birêvebirina şaredarîyan qeyyûman dayne dewsa wa.

Erdogîn got ku piştî hilbijartinan em ê jibo ibtalkirina fermî ya şaredarbûna zêde ji 300 berbijaran dest bi kar bibin. Heke ew kesana wekî şaredar werin hilbijartinê jî hikûmet yê sergêran dayne dewsa wan.

Li gorî gotina Serokomarê Tirkîyê, Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) û Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) zêde ji 300 berbijar kivş kirine ku têkilîya wan bi PKK`ê ra heye.

Rojnama Kararê jî nivîsîye ku hejmara wan 325 kes e ku mêdyayên Tirkîyê agahîyên şexsî têkildarî wan kesana ku ji sazî û dezgehên ewlehîyê yên hikpmetê wergirtine, weşandine. Eva di halekî da ye kesên hanê rêzûmeya xwe raberî Komîteya Hilbijartinan kiribûn û selimandibûn ku ji hêla qanûnê ve xwedîyê mercên berbijarîya di hilbijartinên şaredarîyan de ne.

Hêjayî gotinê ye ku hikûmeta Tirkîyê di dewrên Rewşa warte piştî derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an de, nêzî 100 şaredar li deverên Kurdnişîn ên vî welatî wêde dan û sergêr danîn dewsa wan, karê ku wekî ``sîyaseta kivşkirina qeyyûman`` hat naskirinê.