Hejmarek ji fermandeyên PKK li bakurê Iraqê hatin kuştin
Li encama operasyona hêzên çekdar ên Tirkiyê, hejmarek ji fermandeyên PKK hatin kuştin.
Li gorî îdiaya Anadolu News`ê, li operasyona eskerên Tirkiyê, Riza Alton, yek ji kesên nêzîk bi Cemîl Bayik ji fermandên PKK bi giranî birîndar bû û çend kes ji hevriyên wî jî hatin kuştin.
Alton li çiyayên Qendîlê li bakurê Iraqê ket ber gullan.
Tê îdiakirin ku Mîkayîl Ozemîr, Emrullah Dorson û Elî Aktaş ji fermandên PKK ne ku li encama vê operasyonê hatine kuştin.
PKK hîn ev xebera piştras nekiriye û tu daxuyaniyek li bara wê nedaye.
Endamên PKK zêde ji 30 sal in ku bi awayekî çekdarane li dijî dewleta navendî ya Tirkiyê şêr dike.
Tirkiye li 2 salên buhurî bona êrişa ser meqerên PKK êrişên hewayî û topaxenyî ser bakurê Iraqê destpê kirin ku ev êrişana gelek caran bûye sedema kuştî û birîndarbûna xelkê sivîl ê Herêma Kurdistana IRaqê, ji ber vê yekê dewleta Bexdayê bi caran ev êrişana protesto kirine û ji Tirkiyê xwestiye ku dest ji bombebarankirina axa Iraqê berde..