Hejmarek ji fermandeyên PKK li bakurê Iraqê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302739-hejmarek_ji_fermandeyên_pkk_li_bakurê_iraqê_hatin_kuştin
Li encama operasyona hêzên çekdar ên Tirkiyê, hejmarek ji fermandeyên PKK hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 27, 2019 11:34 Asia/Tehran
  •  Hejmarek ji fermandeyên PKK li bakurê Iraqê hatin kuştin

Li encama operasyona hêzên çekdar ên Tirkiyê, hejmarek ji fermandeyên PKK hatin kuştin.

 Li gorî îdiaya Anadolu News`ê, li operasyona eskerên Tirkiyê, Riza Alton, yek ji kesên nêzîk bi Cemîl Bayik ji fermandên  PKK bi giranî birîndar bû û çend kes ji hevriyên wî jî hatin kuştin.

 Alton li çiyayên Qendîlê li bakurê Iraqê ket ber gullan.

Tê îdiakirin ku  Mîkayîl Ozemîr, Emrullah Dorson û Elî Aktaş ji fermandên PKK ne ku li encama vê operasyonê hatine kuştin.

PKK hîn ev xebera piştras nekiriye û tu daxuyaniyek li bara wê nedaye.

 Endamên PKK zêde ji 30 sal in ku bi awayekî çekdarane li dijî dewleta navendî ya Tirkiyê şêr dike.

 Tirkiye li 2 salên buhurî bona êrişa ser meqerên PKK êrişên hewayî û topaxenyî ser bakurê Iraqê destpê kirin ku ev êrişana gelek caran bûye sedema kuştî û birîndarbûna xelkê sivîl ê Herêma Kurdistana IRaqê, ji ber vê yekê dewleta Bexdayê bi caran ev êrişana protesto kirine û ji Tirkiyê xwestiye ku dest ji bombebarankirina axa Iraqê berde..