Erdogan: Serweriya Îsraîlê ser Golanê ti caran nayê qebûlkirin
Serokopmarê Tirkiyê duh kiryara serokomarê Amerîka Donald Trump ya îmzakirina danezana serweriya Rejîma Îsraîlê ser girên Golanê şermezar kirû got: Serweriya Îsraîlê ser Golanê ti caran nayê qebûlkirin.
Li gor Fars Newsê, serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li Stenbolê got: Serokomarê Amerîka bi yeqîn bersiveke qahêm wê ji cîhanê bistîne.
Erdogan got: Li gor qanûnên navneteweyî û biryarnamên Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî girên Golanê parek ji axa Sûriyê ne.
Erdogan berî vê yekê jî gotibû ku wê mesela Golanê li Rêxistina Netewyên Yekbûyî bêxe rojevê.
Serokomarê Amerîkayê Donald Trump pêncşemê 21 Adarê li rûpela xwe ta Twitterê nivîsî: ‘Dema wê yekê hatiye Amerîka desthilata Îsraîlê ya li ser Girên Golanê nas bike. Her divê çarçovê de Trump duşemê 25 Adarê terseyê qanûnên navneteweyî û li dijî biryarnamên Konseya Ewlehiyê ya NY, li cem serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Benyamîn Netanyahu biryarnama bifermînaskirina deshilata Îsraîlê ser Golanê îmza kir.
Ev biryara Trump rastî bertekên tund ji aliyê welat û rêxistinên navneteweyî hat û vê dawiyê jî 5 welatên Ewropayê yên endam di Konseya Ewlekariya Navnetewî ya NY de anku Brîtanya,Fransa, Almanya, Polaneda û Belçîkayê biryara Trump derbarê serweriya Îsraîlê li ser Girên Golanê red kirin.