Wezîrê Berevanîya Amerîkayê: Divê Tirkîye sîstema berevanîya Patriot bikire
Adar 27, 2019 07:36 Asia/Tehran
Wezîrê Berevanîya Amerîka yê wikaletî Patrick Shanahan îro sêşemê got ku ew ji Tirkîyê ya hevalbenda NATO dixwaze ku di nav programa firoka şerker ya F-35 de bimîne.
Shanahan ew gotinên xwe di rûniştina Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Civata Nûneran de dîyar kirin.Shanahan bi berdewamî got ku divê Enqere sîstema berevanî ya Patriot bikire.
Li alîyê din Tirkîye ligel Rûsyayê rêketîye û wê ji Rûsyayê sîstema berevanîyê ya S- 400 bikire. Helwêsta Tirkîyê ya kirîna sîstema berevanîya S- 400 di navbera Amerîka û Tirkîyê da bûye sedema qeyraneke sîyasî.
Berpirsên Amerîkî amaje bi wê yekê dikin heger Tirkîye sîstema S- 400 bistînin wê firokeyên şêr yên F- 35 nefiroşin Tirkîyê.