Tirkiyê bo kirîna S-400ê hevceyî bi îzna Emerîkayê tine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302688-tirkiyê_bo_kirîna_s_400ê_hevceyî_bi_îzna_emerîkayê_tine
Serokkomarê Tirkiyê raghand ku bo kirîna sîstema S-400 a Rûsiyê dê îznê ji Emerîkayê nestîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 25, 2019 16:56 Asia/Tehran
  •  Tirkiyê bo kirîna S-400ê hevceyî bi îzna Emerîkayê tine

Serokkomarê Tirkiyê raghand ku bo kirîna sîstema S-400 a Rûsiyê dê îznê ji Emerîkayê nestîne.

 Li gorî rapora Sputnikê, Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê raghand ku  Enqere bo kirîna sîstema berevaniyê ya  S-400 a Rûsiyê tevî dijberiyên  Emerîkayê dê paşde venekişe.

 Serokkomarê Tirkiyê got: Li kirîna  sîstema berevaniyê ji Rûsiyê, dê tu pêngeveke ber bi paşve tinebe. Erdogan her wiha got: Pirsgirêkên têkildarî kirîna sîstemên  berevaniyê ji Rûsiyê çareser bûne û tu riyeke vegerê tine.

  Wî li bara  Patriotê jî got: Ger Emerîka rewşeke pêkan pêk bîne em bo kirîna  wê amade ne.

 Hêjayî gotinê ye ku  peymana  kirîna sîstema berevaniya hewayî ya S-400 ê bo Tirkiyê li sala 2017`an  îzme bûye. Emerîkayê bi caran mijara firotina sîstema berevaniya hewayî ya S-400 bo Tirkiyê li sala 2017an îmze bûye. Emerîkayê bi caran mijara firotina vê sîstema berevaniya rûsî bo Tirkiyê hilêxistiye û gef xwariye ku  radesrtkirina  balefirên  cengê yên  F-35 ê ku pêştir Tikiyê diravê wê  peymanê daye radiwestîne û xwest ku bila Tirkiye navbera Rûsiye û rojava yekî hilbijêre.

 Tevî hişyariyên berdewam ên Emerîkayê Tirkiyê pêştir eşkere ragahnd ku  kirîna sîstema S-400 ji Rûsiyê eseh kiriye û radestkirina wê li  Tîrmeha 2019` an  dê destpê bibe. Her wiha biryar e 116 balefirên cengê yên F-35 ê ji Emerîkayê bikre.

 

.