Sê endamên PKK li operasyona hêzên artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê hatin kuştin
Adar 25, 2019 13:37 Asia/Tehran
Li encama êrişên balefirên cengê yên Tirkiyê ser bakurê Iraqê, sê endamên PKK hatin kuştin.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB News`ê, Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê bi weşandina daxûyaniyekê dibêje ku li operasyona şeva buhurî ya balefirên cengê yên F-16 ser meqerên PKK li navçên Heftanîn û Avaşînê li bakurê Iraqê, sê endamên vê komê hatin kuştin.
Operasyona dervey sînorî ya hêzên artêşa Tirkiyê ser meqerên PKK li bakurê Iraqê ku ji du mehan berî niha ve destpê bûye li dem û rojên nêzîbûna hilbijartên şaredariyan li Tirkiyê buhurî zêde û giran bûye.