Berteka Kilîçdaroglu li hemberî gotinên Erdogan
Adar 24, 2019 12:43 Asia/Tehran
Serokê partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê li berteka gefên Receb Teyib Erdogan serokomarê vî welatî got: Qet ji Erdogan natirse.
Li gor rapora ajansa nûçanb a Tesnîmê, Kemal Kilîçdaroglu serokê partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) li gotinên xwe yên duh şemiyê li koma alîgîrên xwe li hemberî gotinên Erdogan ku ragihandibû,Kilîçdaroglu piştevanê terorîstan û PKK`ye û hêtimala girtina wî heye ragihand ku ew qet ji van cure gotinên Erdogan natirse.
Kemal Kilîçdaroglu ragihand ku niha di nav Tirkiyê 8 milyon kes ji ber siyasetên şaş yên AKP`ê bêkar mane û her eva mesela bûye sebeba zêdebûna nerezamendiya xelkê li hemberî siyasetên Erdogan.