Dîsa nirxê Lîra Tirkiyê daket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302638-dîsa_nirxê_lîra_tirkiyê_daket
Piştî ku Lîrê Tirkiyê li havîna bihûrî rastî qeyraneke bê mînak hat û nirê wî li hemberî diravên welatên din bi taybet li hemberî dollara Amerîkayê kêm bû, cardin dîsa nirxê Lîra Tirk sedî 5 kêm bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 24, 2019 10:22 Asia/Tehran
  • Dîsa nirxê Lîra Tirkiyê daket

Piştî ku Lîrê Tirkiyê li havîna bihûrî rastî qeyraneke bê mînak hat û nirê wî li hemberî diravên welatên din bi taybet li hemberî dollara Amerîkayê kêm bû, cardin dîsa nirxê Lîra Tirk sedî 5 kêm bûye.

IRNAyê ragihand ku roja înê dîsa nirxê Lîrê Tirkiyê li hemberî Dollara Amerîkayê sedî 5 kêm bûye ku ev kêmbûna nirê Lîrê Tirkiyê piştî qeyrana havîna par ji bo wê, ya herî zêde ye.

Par li Tebaxa 2019 nirêx Lîrê Tirk sedî 30 kêm bû û vê yekê ji ticar û çalakên warê aborî li Tirkiyê fukarên zav çê kir û Banka Navendî ya Tirkiyê xebitî pêşiya berdewamiya kêmbûna Lîrê tirk bigire, lê belê niha diyar dibe ku hewldanên vê bankê di vî warî de pir bi feyde nebûne. Ji ber vê yekê piraniya welatiyên Tirkiyê hewldan sermaya xwe bikin Dolar, ev rewşa li nîveke vê mehê gihêşte asata xwe ya jorîn, eva nîşşan dide ku baweriya xelkê li Lîra Tirkiyê nemaye.