Firokeyên Tirkiyê bi heceta şerê li dijî PKKê bakura Iraqê bombebaran kirin
Rayedarên Tirkiyê diyar kirin ku Firokeyên şer ên vî welatî, çeper û cebilxanên PKK li bakura Iraqê bombe baran kirin. Di vî halî de çavkaniyên serbixwe diyar kirin ku wan firokeyan gundekî mesîhiyan li devera Zaxo ya Herêma Kurdistanê dan ber bombeyan û ziyan gihandin gund.
Ji duh ve firokeyên şer yên Tirkiyê deverên sînorî yênHerêma Kurdistana Iraqê bi henceta şerê li dijî PKKê didin ber bombeyan. Ji wan deverên ku rastî êrişa firokeyên Tirkiyê hatine, gundên nahiya Derkarê ya Zaxo ne.Lê belê rayedarên tirk dibêjin ku çeperên PKKê û çek û sîlah û cebilxanên wê dane ber bombeyan.
Li ser vê mijarê, qaymeqamê nahiya Derkarê ya Zaxo, Zêrevan Şerefanî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, firokeyên Tirkiyê him şeva borî him jî îro danê sibê gundên Şeraniş û Eblehî yên Derkarê dan ber bombeyan.
Zêrevan Şerefanî her wiha gotiye, ji ber wê êrişê ziyan gihîştiye gundiyan, çend xanî û otomobîlên welatiyan ziyan dîtine.
Qaymeqamê Derkarê daye zanîn, îsal ev cara duyemîn e firokeyên Tirkiyê êrişî devera me dikin, ew jî ji ber hebûna hêzên PKKê li vê deverê.
Li gorî agahiyên qaymeqamê Derkarê, yek ji wan gundên ku hatine bordûmankirin, gundê Şeranişê ye ku gundê mesîhiyan e. Ev gund, cihekî tûrîstî ye û her sal gelek kes serdana wir dikin.