Dayîna hikmê girtina 144 kesî li Tirkiyê têkildarî Gulen
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302611-dayîna_hikmê_girtina_144_kesî_li_tirkiyê_têkildarî_gulen
Dozgeriya giştî ya Tirkiyê li bara dayîna hikmê girtina 144 kes ji kedkarên dadweriyê û şîrketa pêşeyên berevaniyê yên vî welatî bi tawana peywendiya bi koma Gulen li darbeya bê encam a eskerî a sala 2016`an li dijî dewleta Enqerê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 23, 2019 11:36 Asia/Tehran
  •  Dayîna hikmê girtina 144 kesî li Tirkiyê têkildarî Gulen

Dozgeriya giştî ya Tirkiyê li bara dayîna hikmê girtina 144 kes ji kedkarên dadweriyê û şîrketa pêşeyên berevaniyê yên vî welatî bi tawana peywendiya bi koma Gulen li darbeya bê encam a eskerî a sala 2016`an li dijî dewleta Enqerê agahî da.

 Li gorî rapora Reuters`ê, nivîsgeha  dozgeriya giştî ya Tirkiyê duh îniyê raghand ku  hikmê girtina 126 kes ji kedkarên Teşkîlata Dadweriyê bi tawana peywendiya bi darbeya  bê encam a eskerî ya sala 2016`an li dijî dewleta Enqerê û koma Gulen da.

Nivîsgeha  dozgeriya giştî ya Tirkiyê her wiha raghand li hikmeke din fermana  girtina 18 tawanbaran têkildarî peywendniya bi koma Gulen ku bo şîrketa pêşeyên  berevaniyê yên  Havelsanê dixebitîn,da.

  Enqere Fethullah Gulen, sebebkarê darbeya bêencama a 15 Tîrmeha 2016` an  dizane, lê Gulen  xwe bi caran îdiaya dewleta Tirkiyê red kiriye.

 Piştî darbeya 15 Tîrmeha 2016` an  zêde ji 50 hezar kes heya niha  bi tawana peywendiya bi cmaeta Gulen re li Tirkiyê hatine  girtin û nêzîkî 120 hezar kes jî  ji kar û şuxilên dewletî  li vî welatî hatine derxistin.

Li encama vê darbeya bêencam 249 kes hatine kuştin û 193 kes jî birîndar bûne.