Li Amed û Wanê bi coşeke mezin Newroz hat pîrozkirin
Îro li bajarên Amed û Wanê yên kurdên Tirkiyê, bi du merasimên mezin pîrozbahiya cejna Newrozê birêve çûn. Li herdu bajaran, bi sedan hezar kes beşdarî merasimên ji bo pîrozbahiyên cejna Newrozê bûn.
Li gor nûçeya ajansa Rûdaw,ê îro her ji destpêka sibehî ve xelkê Amedê ber bi qada pîrozbahiya cejna Newrozê ve ketin rê û heta danê nîvro bi sedan hezar kes li qada Newrozê li hev civiyan.
Ahenga Newrozê ya Amedê, li gor ku hatibû plankirin, di saet 11:00ê berî nîvro de dest pê kir û heta derdora saet 16:00an berdewam kir.
Li Amedê, berî destpêkirina merasima cejna Newrozê, hêzên ewlehiyê rêkarên xwe yên kontrolê tund kirin, rêyên sereke yên nav bajêr girtin û xalên pişkinînê danîn.
Bi sedan hezar kes tevli Newroza Amedê bûn, ku weke fînala merasimên pîrozbahiya Newrozê li Bakurê Kurdistanê tê hesabkirin.
Di Newroza Amedê de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Pervin Buldan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokrtaîk (KCD), Bedran Ozturk, Serokê Giştî yê Platforma Demokratên Kurd (PDK), Sertaç Bocak, Serokê Giştî yê Partiya Komonîst a Kurdistanê Sînan Çiftyuek, Serokê Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emin Kardaş û herwiha Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê û Hevserokê Şaxê DBPê Garip Kandemir amade bûn û di destpêka merasimê de gotar xwendin.
Di merasimê de herwiha gotara hevserokê berê û girtî yê HDPê, Selahattin Demirtaş jî hate xwendin.
Herwiha li bajarê Wanê jî mersimeke mezin ji bo pîrozbahiya cejna Newrozê hat lidarxistin. Her ji saetn serê sibehî ve bi hezaran kes ji xelkê Wanê ber bi cihê merasima pîrozkirina cejna Newrozê ya li vê bajarî ketin rê û heta dema destpêkirina merasimê, bi dehan hezar kes li qada merasimê amade bûn.
Merasima Newroza Wanê li bin kela dîrokî ya Wanê û li Parka Çandê ya vî bajarî birêve çû û Hevserokê Giştî yê HDPê, Sezai Temelli û Serokê Partiya Insan û Azadiyan Mehmet Kamaç di ahengê de beşdar bûn û gotarên xwe pêşkêş kirin.
Herwiha di merasimên pîrozbahiyê yên Newrozê yên li Amed û Wanê de, çend hunermend û stranbêj û komên mûzîkê beşdar bûn û ji amadebûyan re mûzîk û stranên Kurdî pêşkêş kirin.