Wezîrê karên derve yê Îranê gihêşte Istanbûlê
Wezîrê karên derve yê Îranê bona pişkdariya li civîna awarteye wezîrê karên derve yê welatên endame saziya Hevkariya islamî êvara îro pêncşemê, gihêşte Istanbûlê.
Li gor rapora IRIB News`ê, Muhemed Cewad Zerîf Wezîrê karên derve yê Îranê bona pişkdariya li civîna awarteye wezîrê karên derve yê welatên endame saziya Hevkariya islamî ku sibe dê destpê bibe. êvara îro pêncşemê, gihêşte Istanbûlê.
Naveroka civîna awarteye Saziya Hevkariya islamî li ser êrişa terorîstî ya ser mizgeftên misilmanan li Zelana Nûyê ye û li vê civînê wezîrê karên derve yê Komara islamî ya Îranê jî dê biaxive.
Saziya hevkariya islamî saziya dudyane mezin li cîhanê piştî Rêxistiya Netewên Yekgirtî ye û gelek welat ji 4 parzemînan pişkdarê vê saiyê ne û hedefa serekeye pêkhatina vê saziyê parastin û piştevaniya ji xêr û qazanca cîhana islamê ye.
Ev saziya li sala 1969 hate damezirandin.