Girtina hejmarek ji eskerên Tirkiyê bi tawana peywendiya bi koma Gulen re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302551-girtina_hejmarek_ji_eskerên_tirkiyê_bi_tawana_peywendiya_bi_koma_gulen_re
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, 33 kes ji eskerên vî welatî bi tawana peywendiya bi koma Gulen re girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 21, 2019 13:17 Asia/Tehran
  •  Girtina hejmarek ji eskerên Tirkiyê bi tawana peywendiya bi koma Gulen re

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, 33 kes ji eskerên vî welatî bi tawana peywendiya bi koma Gulen re girtin.

 Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya malpera rojnama Miliyetê çapa Tirkiyê, dozgeriya  bajarê Kayseriyê ya Tirkiyê li çarçoveya  lêkolînên  li bara  organîzekirina alîgirên koma Gulen li artêşa Tirkiyê, hikmê girtina 36 kes ji eskerên artêşê da.

 Piştî dayîna vê hikmê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, li operasyona curbicur li bajarên  Kayserî, Enqere, îzmîr, Amed û çend bajarên din ên vî welatî heya niha 33 kes ji van kesana  girtine.

 Enqere Fethullah Gulen, sebebkarê darbeya bêencama a 15 Tîrmeha 2016` an  dizane,  lê Gulen  xwe bi caran îdiaya dewleta Tirkiyê red kiriye.

 Piştî darbeya 15 Tîrmeha 2016` an  zêde ji 50 hezar kes heya niha  bi tawana peywendiya bi cmaeta Gulen re li Tirkiyê hatine  girtin û nêzîkî 120 hezar kes jî  ji kar û şuxilên dewletî  li vî welatî hatine derxistin.